Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Îranê bo Karanîna Dronan Perwerde Daye Hin Karbidestên Rûsî


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku hin karbidestên Rûs di çend hefteyên dawî de li Îranê perwerdeya bikaranîna dronan wergirtiye.

Li gor daxuyanîya wezaretê, karbidestên Rûs di çarçoveyê peymana dronan de hatine hîn kirin.

Washingtonê meha borî dabû zanîn ku Îran wê bi sedan drone bide Rûsya ku hin ji wan çekhilgir in.

Karbidestên Amerîkî dîyar kiribû ku berpirsên Rûs bo dîtina dronan serdana Îranê kiriye.

Bi îdiayên karbidestên Amerîkî fikar çêbûn ku Îran di şerê li Ukrayna de piştgirîya Rûsya dike.

Wezareta Derve ya Îranê îdiayên ser piştgirîya bo Moskowê red kiribû.

Wezareta Derve ya Amerîka dide zanîn ku ku ewê toleyên ser bazirganîya çekan ya dijî Îran û Rûsya bi awayekî tund bi cîh bîne.

Berpirsên Amerîkî didin zanîn ku Îran bi karanîna dronan û belavkirina wan fikaran kûrtir dike ku ku ew dron dijî hêzên Amerîkî û hevbendên wan hatine karanîn.

XS
SM
MD
LG