Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Dê Heta Sê Mehan Hin Leşkerên Xwe ji Îraqê Vekişîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li Îraqê parek ji sê paran kêm bike.

Reutersê ji zarê karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku Amerîka dê du sê mehên li pêş de hejmara leşkerên xwe yên li Îraqê daxe 3500’î.

Li Îraqê bo têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) niha 5200 leşkerên Amerîkî dimînin.

Karbidestên Îraq û Amerîka di meha Hezîranê de ser kêmkirina leşkerên Amerîkî yên li Îraqê daxuyanî dabûn.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Îraqê di Tebaxê de kom bûbûn, û Trump dîyar kiribû ku ewê leşkerê xwe ji Îraqê vekişînin.

Parlamanterên Îraqê jî di serê salê de bo vekişîna hêzên bîyan yên li welêt deng dabûn.

XS
SM
MD
LG