Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Dawî li Mîsyona Şer ya li Îraqê Bîne


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Mustafa El-Kazimî li Qesira Sipî rûbirû axifîn.

Biden û El-Kazimî li hev kirin ku Amerîka heta dawîya sala 2021’an mîsyona xwe ya şer ya li Îraqê temam bike.

Hêzên Amerîka pirtir ji 18 sal in li Îraqê ne.

Biden bi vekişandina hêzên Amerîka yên li Afganistan û Îraqê, mîsyonên şer yên Washingtonê yên di dewra Serokê berê George W. Bush de destpê kiribûn bi dawî dike.

Serok Biden da zanîn ku her ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) derkeve ew dê piştgirîyê bidin têkoşîna dijî wê rêxistinê, lê ew dê ji dawîya salê pê ve êdî di şer de cîh negirin.

Niha li Îraqê bo têkoşîna dijî bermayîyên DAIŞ’ê 2500 leşkerên Amerîka hene. Amerîka dê li Îraqê êdî bala xwe bo artêşa wî welatî bide ser perwerdeya berevanîyê.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka di Adara 2003’yan de bi îdiaya ku di destê Serokê Îraqê yê wê demê Sadam Husên de çekên girseyan dikujin hene, ketibû wî welatî.

Sadam Husên di encama şer de ji desthilatê hatibû gêr kirin, lê ew çek nehatibûn dîtin.

Amerîka di salên dawî de li Îraqê bala xwe pirtir dabû ser têkbirina çekdarên DAIŞ’ê.

El-Kazimî ya bi Amerîka re dostane xuya dike, hewil dide çekdarên bi piştgirîya Îranê kontrol bike.

Lê hikûmeta El Kazimî, di meha Hezîranê de êrîşa esmanî ya Amerîka ya dijî çekdarên bi piştgirîya Îranê şermezar kiribû û dabû zanîn ku Washingtonê serwerîya Îraqê binpê kiriye.

XS
SM
MD
LG