Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Dibêje Amerîka Êrîşeke Ser Bingeha Eyn Esed ya li Îraqê Pûç Kiriye


Dimeneke meşînên leşkerî yên hêzên Amerîkî li bingeha esmanî ya Eyn el-Esed, li parezgaha Embar ya rojavayê Îraqê (Arşîv)
Dimeneke meşînên leşkerî yên hêzên Amerîkî li bingeha esmanî ya Eyn el-Esed, li parezgaha Embar ya rojavayê Îraqê (Arşîv)

Ajansa Reuters ragihand ku hêzên Amerîkî derengîya roja Duşemê bi saya êrîşeke esmanî egera êrîşeke ser bingeha esmanî ya Eyn el-Esed ya rojavayê Îraqê pûç kiriye.

Li bingeha Eyn el-Esed hêzên Amerîkî û yên navdewletî yên din dimînin.

Reutersê ev agahî ji zarê du jêderên artêşa Îraqî ragihand.

Li gor ragihandina jêderên Îraqî roketavêjeke ku ser qamyoneke piçûk li heremeke gundewarî ya bi qasî 7 km li rojhilata bingehê hat ditîn û li ser wê du roketên amadekirî hebûn.

Karbidestekî artêşê got ku êrîşa esmanî ya hêzên Amerîkî roketavêj têk bir.

Karbidestên koalîsyona bi pêşengîya Amerîkî heya niha ser ragihandinên êrîşê de ti daxuyanî nedane.

Li Îraqê 900 û li Sûrîyê jî 2500 hêzên Amerîkî hene.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ya ji Cotmehê vir ve, hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyê bûne armanca pirtir ji 100 êrîşên bi roket û dronan.

Komên çekdar yên girêdayî Îranê li wan her du welatan, dijî şerê Îsraîlê ya li Gaza ne û Amerîkayê jî wek berpirs dibînin.

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el-Sudanî roja Înê ragihand ku hikûmeta wî jibo derxistina hêzên Amerîkî ji axa Îraqê hazirîyan dikin.

Wezareta Berevanîyê ya Amerîka roja Duşemê ragihandibû ku bo niha ser vekîşana nêzî 2500 hêzên li Îraqê ti plana wê tuneye.

Berdevikê Pentagonê General Patrick Ryder bi bîr xist ku hêzên Amerîkî li ser vexwendina hikûmeta Îraqê li welatî ne.

Ryder dîyar kir ku got ku derbarê biryara derxistina hêzên Amerîkî haya wî ji agahdarkirina Bexdayê tuneye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG