Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Welatîyên Xwe Dike ku Neçin Îspanya


.
.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) û Wezareta Derve ya Amerîka bang li Amerîkîyan kir ku neçin Îspanya, Fînlandîya, Çad û Lubnanê.

CDC’ê Bonaire, San Marîno û Monaco xistin asta çaran ku rîska welatên di wir de pir bilind e.

Amerîka, hema bêje temamê Ewrupa di nav de 85 welat xistine asta çaran.

Wezareta Derve ya Amerîka ji welatîyên xwest ku serdana Îspanya, Fînlandîya, Çad û Lubnanê nekin.

Îspanya bo Amerîkîyên yek ji welatên turîstîk yên li herî pêş e.

Li Îspanya rêjeya pêketina vîrusa korona roja Înê bo 100,000 kes bû pirtir ji 500 pêketin û qonaxa rîska bilind ya Wezareta Saxlemî dîyar kiribû derbaz kir.

Karbidestên Îspanya dibêjin ku li welêt hejmara pêketinan ji serê Berfanbarê vir ve pirtir ji du qat zêde bûye.

XS
SM
MD
LG