Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Ser Girjîya Îsraîl û Filistînê Nûnerekî Xwe Dişîne Herêmê


Amerîka dê jiber girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de nûnerekî xwe dişîne herêmê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dîyar kir ku dîplomatekî wan yê di asta şêwirmendê cîgir de dê here herêmê û bang li alîyên şer dikin bike ku tundûtûjîyê rawestînin.

‘’Min ji Cîgirê Şîretvanê Wezareta Derve Hady Amr xwest ku demûdest here herêmê û bi Îsraîlî û Filistînîyan re bicive.’’ Blinken got.

Wî dîyar kir ku Amr dê li ser navê wî û Serok Biden banga rawestadina tundûtûjîyê bike.

Li gor jêderên saxlemîyê yên Filistînê, di êrîjên dijî Gaza de 15 ji wan zarok 67 kes hatine kuştin.

Di nav kuştîyan de fermandarê leşkerî yê Hamasê yê li Gaza Basem Isa jî heye.

Hamasê jî îro Pêncşemê serê sibê êrîşên roketî li dar xistin.

AFP’ê ragihand ku bi êrîşan bi kêmî ve 7 Îsraîlî hatine kuştin û di nav wan de zarok jî hene.

XS
SM
MD
LG