Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ser pevçûnên Îsraîl û Filistînê ji Twitterê bang li her du alîyan kir ku girjîyê daxin.
Antony Blinken dîyar kir ku divê girjî dakeve û tundûtûjî demûdest raweste.
Blinken bi Wezîrê Derve yê Misirê Semîh Şukrî re jî bi rêka telefonê axifî û bi wî re ser girjîya di navbera Îsraîl û Filistînê de danûstandin kir.
Amerîka di Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de, ku ser girjîya li herêmê di hefteyekê de cara sêyan kom bû, dîyar kir ku ew hazir e ku piştgirîyê bide agirbestê.
Nûnera Amerîka ya li NY’ê Linda Thomas – Greenfield di civînê de dîyar kir ku mafên Îsraîlî û Filistînyan heye ku bi hev re bi awayekî ewle û wekhev bijîn.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi, ku seroktîya civînê kir, bang li Amerîka kir ku bo kêmkirina girjîya li herêmê bi cıvata navneteweyî re tevbigere û berpirsîyê bigire ser xwe.
Girjîya di navbera Îsraîl û Filistinê de roja Yekşemê jî dom kir.
Di êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên dawî de heta niha bi qasî 200 kes hatine kuştin û bi êrîşên roketî yên Filistînê jî 10 kesan canên xwe ji dest dane.