Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerika û Îsraîl Dibêjin Bernameya Navokî ya Îranê Dijî Herêmê Gefên Giran Çêdikin


Amerîka û Îsraîl careke din dîyar kirin ku bernameya navokî ya Îranê bo herêmî ‘’gefeke cidî’’ çêdike.

Her du dewletan soz dan hevdu ku rê li ber Îranê bigirin ku nebe xwedan çekên navokî.

Ew daxuyanî, piştî Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka Jake Sullivan û hemtayê wî yê Îsraîlî Eyal Hulata kom bûn, belav bû.

Li gor daxuyanîya nivîskî ya Qesira Sipî, şandeyên Amerîka û Îsraîlê ser ‘’helwestên dijî bernameya navokî ya Îranê ya îstiqrara herêmê xirab dike’’ danûstandin kirine.

Sullivan ser danûstandinên bo peymana navokî yên li Vîyana didomin agahî dane Hulata.

Serokê berê Donald Trump, Amerîka di sala 2018’an de ji peymanê vekişandibû.

Bi peymanê, toleyên dijî Îranê hatibûn kêm kirin û bi wê ji Tehranê dihat xwestin ku bernameya xwe ya navokî hêdîtir bike.

Îran îdia dike ku bernameya wê bo armancên aştîyane ye û Îsraîl dijî jinûve geşkirina peymana navokî ye.

XS
SM
MD
LG