Wezareta Derve ya Amerîka hemwelatîyên Amerîkî bo serdana Îtalya, ku yek ji welatên bi vîrusa korona ye, hişyar kir.
Di hişyarîyê de ji hemwelatîyên Amerîkî hat xwestin ku di serdana Îtalya de baldar bin.
Li gor hişyarîyê, kesên serdana Îtalya dikin divê dûrî qelebalixê bisekinin, li gor fermanên karbidestan tevbigerin û nûçeyan bişopînin.
Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Îtalya heta niha 12 kes kuştine û ketiye canê 400 kesan.
Cîranên Îtalya dibêjin ku girtina derîyên sînor yên bi wî welatî re ‘’tedbîreke bêteşe’’ ye û derîyan nagirin.
Amerîka Hemwelatîyên Xwe bo Serdana Îtalya Hişyar Dike
