Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Artêşa Amerîka Roja Yekşemê ji Kabulê Pirtir ji 10 Hezar Kes Derxistine


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Artêşa Amerîka roja Yekşemê ji Kabulê bi firokan 10,400 kes derxistine.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestekî Qesira Sipî ragihand.

Li gor agahîyên wî karbidestî dane, 61 firokên kaolîsyonê jî bo derxistina 5,900 kesan alîkarî kirine.

Wî karbidestî dîyar kir ku Amerîka ji 14’ê Tebaxê vir ve ji Afganistan ya di bin kontrola Talîbanê de 37,000 kes derxistine yan alîkarîya derketina wan kiriye.

XS
SM
MD
LG