Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 2021'an de bi Mîlyonan Amerîkî Dest ji Karên Xwe Berdan


Nîşanek bo daxwaza karkeran Arlington, Amerîka (Arşîv)
Nîşanek bo daxwaza karkeran Arlington, Amerîka (Arşîv)

Li Amerîka sala borî di warê tomarên di derbarê kar û xebatê de salek dîrokî bû.
Hejmarek rekor ya karkerên Amerîkî di 2021'an de dev ji karên xwe berdane, dema ku di tevahîya pişesazîyan de ji berê bêtir cîhên vala yên kar hebûn.

Buroya Statîstîkên Kedê roja Îniyê ragihandibû ku di Berfenbara Mijdara 2021'an de, 4.3 mîlyon Amerîkî dev ji karên xwe berdane; ya ku ji rekora 4.5 mîlyon di Mijdarê de hinekî kêm bû.

Kanûnê de, 4.3 mîlyon Amerîkî ji karên xwe derketin, ku ji rekora 4.5 mîlyon di Mijdarê de hinekî kêm bû, Buroya Statîstîkên Kedê roja Îniyê ragihand.

Li gor pispor û lêkolînan bi mîlyonan karker bi sedemên wek teşwîqên dravî, mûçeyên baştir yan jî feydeyên çêtir ji kar derketine.

Hevdem, bi mîlyonan kes jî, ji bazara kedê derketin ku di dema pandemîyê de li zarok yan xizmên xwe yên kal û pîr xwedî derkevin.

Her wiha, karkerên bi temenê mezin zûtirîn karkenar bûne jiber ku ya bi xwe xwestine yan jî bi sedema cudakarîya jiber temen ew neçar kirine.

Hejmara karkerên ku meha borî dev ji kar berdane di pişesazîyên lênerîna saxlemîya, alîkarîya civakî, xwaringeh, otel û avahîsazîyê de kêm bû.
Lê, di pişesazîyê hilberînê de devberdana kar zêde bû.

Her çend jimarek rekor ya mirovan sala borî dest ji karên xwe berdaye jî, bazara kedê ya Amerîka dîsa jî di 2021'an de, 6.4 mîlyon qezenca net ya kar tomar kir.

Li Amerîka di 2021'an de bi tevahî, 75.3 mîlyon kesan dest bi kar kirine û hevdem 68.9 mîlyon kesan jî dev ji kar berdane yan jî ji kar hatine derxistin.

Herwiha, di Berfanbarê de 10.9 mîlyon karên vekirî hebû ku ev hejmar di Tîrmehê de 1.1 mîlyon bû.
J

i alîyê din ve, kembûna karkeran hîn jî pirsgireke girîng ya berbiçav e.

Wek mînak, Home Depot (HD) ya firoşgeha herî mezin ya alavên avasazîyê û peşxistina xanîyan ya cîhanê bo çareserîya pirsgirêkê îro Sêşemê planek dîyar kir: Pêşnîyarên xurt yên kar yên lezkirî

Home Depot (HD) îro ragihand ku serîlêkarên kar 'dikarin di nava rojeke de pêşnîyareke kar bistînin.'

Home Depot got ku armanca pêvajoya pêşnîyara kar ya 'lezkirî', berîya destpêka demsala biharê ya herî mijûl ya kompanîyê, girtina zêdetirî 100.000 karkerên nû ye.

Herwiha, kompanîyê da zanîn ku wê teşwîqên cihêreng pêşkêşî karkeran bike,yên wek bernameyên perwerdehîyê, dravdayîna heqê zanîngehê û kirîna alavên HD bi buhayên kêmtir.

Pispor dibêjin ku pandemîya COVID-19 ya vîrusa korona bûye sedem ku ser çawanîya karkirinê de jinûve were fikirin.

Lêkolînek nû ya ku îro ji hêla Zanîngeha Michigan ve hat weşandin destnîşan dike ku xebatkarên xwende yên ku zanîngeh qedandine, pirtir ji ewlehiya darayî pêşîtîyê didin hezkirina kar.

Ew jî kompanîyan neçar dike ku ew jinûve binirxînin ka ew çi pêşkêşî karmendên xwe bikin.

XS
SM
MD
LG