Wezareta Kar ya Amerîka îro Sêşemê raporta Anketa Karên Vekirî û Lêza Veguherîna Kar (JOLTS ) dîyar kir.
Raporta JOLTS destnîşan kir ku karên vekirî yên ku bo wan daxwaza karkeran têne kirin di roja paşîn ya Hezîranê de 605 hezar daket û giheşt 10.7 mîlyon kembûna karan, ku ji Îlona 2021’an vir ve asta herî kêm e.
Li gor JOLTS’ê li Amerîka daxwaza bo karkeran de di du salan de herî zêde di meha Hezîranê kêm bûye, bi jiber ku daxwaza karkeran di pîşesaziyên firotanê de kêm bûye.
Raporta JOLTS’ê dîyar dike ku karên vekirî di pisesazîya firotinê de 343 hezar kêm bûne, di bazirganîya firotanê ya bi toptanê de 82 kêm valahî çê bûne.
Di heman demê de perwerdehîya dewlet û rêvebirîya herêmî ragihand ku karên vekirî 62 hezar kêm bûne.
Raporta JOLTS’ê da zanîn ku di pişesazîya avakirinê de jî 71 hezar karên vekirî kêm bûne.
Di pişesazîyên hilberînê û mazûvanîyê de kêmbûnek pir hindik pêk hatiye.
Karên vekirî di postên pîşeyî û karsazîyê de hindik hatine guhertin û di karên darayî de zêde bûne.
Digel ku karên vekirî li her çar herêmên Amerîka kêm bûne, lê ev yek di Hezîranê li rojavayê welêt nê bi rengekî berbiçav hatiye tomar kirin; herama ku bi gelemperî kompanîyên teknolojîyê karkeran ji kar derdixinîn û pêşniyarên kar betal dikin.
Lê, hat ragihandin ku bazara kar bi tevahî teng maye ku destûrê dide ku Banka Navendî ya Amerîka bilindkirina rêjeyên faîzê bidomîne.
Wezaretê herwiha di raporta JOLTS’ ê de dîyar kir ku di Hezîranê de herî kêm 4.2 mîlyon karkeran bi dilxwazî dest ji karên xwe berdane û derxistinên ji kar kêm bûne.