Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Tirkîyê Dike ku Osman Kavala Berde


Amerîka bang li Tirkîyê kir ku Osman Kavala yê karsaz, ku 1000 roj in girtî ye, berde.

Cîgira Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Cale Brown dîyar kir ku ew dixwazin ku Tirkîye li gor berpirsîyên navneteweyî tevbigere.

Brown da zanîn ku ew bang li karbidestên Tirkîyê dikin ku Kavala berdin û bo doza wî bi awayekî adil, zelal û zû çareser bibe, dest bi hewildanan bikin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) jî dîyar kir ku Tirkîye di mafên bingehîn de bi şûnde çûye û da zanîn ku girtîbûna Kavala fikaran çêdike.

YE’ê bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa ser berdana Kavala hikûm daye û ji Tirkîyê xwest ku biryarên wê dadgehê bişopîne.

Dîrektorê Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) Kenneth Roth jî ser girtîbûna Osman Kavala peyamek belav kir.

Roth da zanîn ku rêvebirîya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roj bi roj otokratîktir dibe û got ku jiber ku ew Kavala wek rêvebirê bûyerên li Gezî Parkê dibînin ketine ‘’rewişeke komîk’’

Bizavkarê mafên mirovan û karsaz Osman Kavala di Cotmeha 2017’an de hatibû desteser kirin.

Di 1’ê Mijdara 2017’an de, Kavala bi tawanên wek ‘’hewildana pûçkirina hikûmetê’’ û ‘’hewildana sîstema qanûna bingehîn’’ hat tawanbar kirin.

Dadgeha Tirkîyê, di Sibata 2020’an de bo Kavala biryara berdanê da, lê berî ew ji girtîgehê derkeve bi tawana sîxurîyê hat girtin.

XS
SM
MD
LG