Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Kompanîyên Amerîkî Bo Piştgirîya Tecrîda Aborîya Ser Rûsya Pîroz Dike


Serokê Amerîka Joe Biden, 6 Nîsan, 2022
Serokê Amerîka Joe Biden, 6 Nîsan, 2022

Biden da zanîn ku heya niha zêdeyî 600 kompanîyên Amerîkî ji Rûsya derketine û bazarganîya Amerîka bo piştgirîyê derdikeve pêş.

Wî îro li konfêransa zagonsaz ya sendîkayên karkerên avahîsaziyê ya Amerîkaya Bakur ya li Washington DC'yê bo bi hezaran beşdervanan gotareke pêşkeş kir.

Biden di axaftina xwe de di derbarê şerê Rûsya û Ukrayna de wiha got:
" Bilî tawanên şer yên pêbawer tişteke kêmtir nabe (li Ukrayna)."

Wî herwiha dîyar kir ku divê welatên berpirsîyar werin ba hev da ku ji sûcdaran hesaban bipirsin.

Biden bi berdewamî destnîşan kir ku ewê kanîna Rûsya ya mezinbûna salên pêş de têk bibin.

XS
SM
MD
LG