Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Komarî Kontrola Civata Nûneran ya Amerîka bi Dest Xist


Endamên bijartî yên Civata Nûneran li ber avahîya Kongresa Amerîka li Washington, 15 Mijdar 2022
Endamên bijartî yên Civata Nûneran li ber avahîya Kongresa Amerîka li Washington, 15 Mijdar 2022

Medya Amerîkî îro Pencşemê ragihand ku di hilbijartinên navdemî yên Kongresa Amerîka de Partîya Komarî bi giheştina 218 kursîyan piranîya li Civata Nûneran peyda kiriye.

Partîya Komarî do Çarşemê li herema 27'an ya eyaleta California kursîyeke din qezenc kir û hejmara kursîyên Komarî yên li Civata Nûneran giheşt 218’an ku ew jî hejmara pêdivî ya kontrolkirina civatê ye.

Bi vê pêşketinê, tevî ku Partîya Demokrat ya Serok Joe Biden piranîya li Civata Senatoran biparêze jî, êdî di du salên pêş de wê rêvebirîyeke dabeşkirî li Washingtonê hebe.

Tevî ku Komarîyan piranîya Civata Nûneran ji Demokratan girtin, bendewarî hebû ku Komarê bi ferqeke mezin ew yek bi dest bixista.

Dîsa jî, ev serketin ya bidestxistina pîraniyê wê hêzek girîng bide Komarîyan ku bikaribin rojev û polîktîkayên Serok Biden asteng bikin.

Tê pêşbînî kirin ku Komarî dest bi hin lêpirsînan bikin ku dikarin zarar bidin rêvebirîya Biden û malbata wî.

Çavder dibêjin ku rêberê niha yê Partîya Komarî, Kevin McCarthy, di vê demê de ku Serokê berê Donald Trump careke din berbijarîya xwe bo seroktîyê ragihand, rûbirûyê dijwarîyan be.

McCarthy û hevalên wî li Kongresê
McCarthy û hevalên wî li Kongresê

Hin şîrovekar pêşbînî dikin ku McCarthy wê bi taybet di yekgirtina endamên partîya xwe de rastî dijwarîyan were, di dengdanên girîng yên wek budceyên hikûmet û leşkerîya Amerîkî.

"Amerîkî jibo rêgeheke nû amade ne û Komarîyên li Civata Nûneran jî amade ne ku bixebitin." McCarthy li ser Twitterê got

Serokl Biden do Çarşemê McCarthy pîroz kir û got ku ewê bi tevahîya Kongresê re bixebite da ku encaman wergire.

"Gelê Amerîkî dixwaze ku em ji wan re xizmetê bikin," Biden got.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi ya Demokrat jî dîyar kir ku endamên Demokrat yên li Civatê wê bo piştgirîkirina rojeva Serok Biden rola pêşeng bilîzin."

Demokrat jiber hindakirina hejmareke berbijarên Komarîyên rastgir kêfxweş in ku piranîya wan hevalbendên Trump in ku di nav wan de Mehmet Oz bo Civata Senatoran li Pennsylvania, Doug Mastriano bo walîtîyê û Blake Masters bo Civata Senatoran li Arîzona hene.

Tevî ku Komarîyan serketina mezin ya pêşbînkirî ya li Civata Nûneran bi dest nexist jî ew girêdayî rojeva xwe ne.

Çavderên sîyasî didin zanîn ku Komarî xwe jibo tolhildana du hewldanên împîçkirinê yên Demokratan yên dijî Trump amade dikin.

Li gor çavdêran Komarî dikarin lepirsînên dijî karbidestên rêvebirîya Biden û kurê wî Hunter Biden û tekilîyên wî yên bazirganî bi Çîn û welatên din re û heta dijî Biden bixwe jî vekin.

XS
SM
MD
LG