Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Amerîka: Hewildanên Koreya Bakur Dijî Aştîyê Gefan Çêdikin


Amerîka, Koreya Bakur ser ceribandinên muşekên balîstîk şermezar kir.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyekê dîyar kir ku bernameya bernameya muşekên balîstîk yên Koreya Bakur dijî ewlekarî û aramîya navneteweyî ‘’gefên mezin’’ çêdike.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku hewildanên Koreya Bakur dijî biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ne.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di serdana Koreya Başûr û Japonya de Koreya Bakur jiber binpêkirina mafên mirovan rexne kiribû ku pisporên sîyasetê dibêjin Pyongyangê bi ceribandinan muşekan xwestiye bersîva rexneyan bide.

KCNA, ku ajansa fermî ya Koreya Bakur e, ragihandibû ku du muşekên ku Pyongyangê roja Pêncşemê firandine, bi taktîkên nû yên pêşketî hatine çêkirin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê jî dîyar kiribû ku Koreya Bakur ji salekê vir ve cara pêşî muşeke balîstîk ceribandiye.

XS
SM
MD
LG