Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeyên Amerîka û Koreya Bakur bo Hilcivînê Jinûvê Danûstandinan Dikin


Trump û Kim Jong Un
Trump û Kim Jong Un

Hevdîtina karbidestên Amerîka û Koreya Bakur, gumana hevdîtina Serok Donald Trump û Kim Jong Un jinûve xurt kir.

Trump roja Pêncşemê dabû zanîn ku hilcivîna bi Koreya Bakur re hatiye betal kirin.

Karbidestên her du dewletan li Panmunjom, ku gundekî sînor yê di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakur de ye, danûstandinan dikin.

Trump ji Twitterê dîyar kir kiribû ku şandeya Amerîka giheştîye Koreya Bakur û ew bawer dike ku potansîyela wî welatî bilind e.

‘’Dê rojeke bibin hêzeke aborî ya mezin. Kim Jong Un jî di vê mijarê de wek min difikire. Ewê bibe’’ Trump nivîsîbû.

Li ber bû ku hilcivîna Donald Trump û Kim Jong Un di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê li dar keta, lê Trump roja Pêncşemê gotibû ku ‘’jiber daxuyanîyên Koreya Bakur yên dijminane’’ hilcivîn hatiye betal kirin.

XS
SM
MD
LG