Nûnerê taybet yê nû ya bo Koreya Bakur Stephen Biegun got ku di peywendîyên ligel Pyongyanglê de qonaxeke nû destpê kir.
Biegun dîyar kir ku Serokê Amerîka Donald Trump di mijara Koreya Bakur de qonaxeke nû daye destpê kirin û da zanîn ku divê ew bo siberojeke bi aştî bixebitin.
Nûnerê nû got ku ‘’Mijar dijwar in, dê çareserîyên wan jî bijwar bin’’.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Pêncşemê Biegun wek nûnerê taybet ya Koreya Bakur destnîşan kiribû.
Pompeo dîyar kiribû ku dê hefteya pêş bi Biegun re serdana Koreya Bakur bike.
Pompeo li Wezareta Derve dabû zanîn ku Pompeo dê sîyaseta Amerîka ya bo Koreya Bakur birêve bibe û pêşengîya hewildanên pûçkirina çekên navokî yên Koreya Bakur bike.