Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bi Hejmara Pêketinên Vîrusa Korona Rekorê Dişkîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di 3’yê Rêbendanê de li Amerîka 1 mîlyon pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Amerîka hefteya borî bi rojane 505,109 pêketinan rekor şikandibû, lê ew hejmar piştî hefteyekê bû du qat û li cîhanê rekor şikand.

Reuters dide zanîn ku hefteya borî nexweşên ketine nexweşxaneyê 50 ji sedê zêde bûne û piştî zivistana sala borî cara pêşî ketina nexweşxaneyan zêde bû.

Li Amerîka hefteya borî rojane bi qasî 486,000 pêketin hatin tomar kirin û ew rêje di heft rojan de du qat bû û hejmara pêketinên rojane yên hemî welatan derbaz kir.

Reuters dide zanîn ku li Amerika di mehên Berfanbar û Rêbandanê de rojane 1300 kesan canên xwe ji dest dane ku êdî bi giştî hejmara mirinên ji korona li dû pêketinan û ketinên nexweşxaneyê dimîne.

Xuya dibe ku Omicron li gor cureyên din yên vîrusa korona zûtir belav dibe, lê kêmtir nexweşxanîyên giran çêdike.

Lê karbidestên saxlemîyê dibêjin jiber Omicronê hejmara pêketinên korona zêde bûye û ew yek barê nexweşxaneyan giran dike.

Eyaletên Delaware, Illinois, Maryland, Ohio û Washington ya paytext didin zanîn ku di rojên dawî de hejmara kesên ketine nexweşxaneyan rekorê dişkîne.

Reuters dide zanîn ku jiber zêdebûna pêketinan vê hefteyê pirtir ji 3200 dibistanên li Amerîka hatine girtin.

Dibistanên vekirî jiber kêmbûna karmendan û belavbûna vîrusê ketine rewişeke dijwar.

Mamosteyên Chicago di serê hefteyê de banaga danîna şertên testê ragihandin û venegerîyan dibistanê.

Çaveryê me mamosteyên Chicago roja Çarşemê ser perwerdeya onlayn dengdanekê çêkin.

Rêvebirîya Serok Joe Biden dibêje dijî vîrusa korona karanîna vaksînan e.

XS
SM
MD
LG