Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Amerîka Ser Hevalbendên Kurd yên li Sûrîyê Dijî Helwesta Tirkîyê Derdikeve


Bolton û Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin
Bolton û Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin

Karbidestekî payabilind yê Amerîkî, ser hevdîtina Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîk John Bolton û berpirsên Tirk ji ajansa Reutersê re axifî.

Wî karbidestê ku nav nehat eşkere kirin da zanîn ku jiber pêknehatina hevdîtina Bolton û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Bolton nabêje ku ew biçûk hatiye xistin û bi bîr xist ku jixwe hevdîtina wan nehatiye piştrast kirin.

Karbidestê payabilind dîyar kir ku Bolton ji berpirsên re Tirk re gotiye ku Amerîka dijî ''helwesta xirab'' ya Tirkîyê ya dijî hevalbendên wan yên Kurd yên li Sûrîyê ne.

Heman karbidestî da zanîn ku berpirsên Tirk garantî daye Bolton ku heta hêzên Amerîkî li Sûrîyê bin, Erdogan dê li wir ti operasyona çêneke.

Li gor gotina karbidestê Amerîkî, Bolton di hevdîtinê de dîyar kiriye ku Amerîka dê niha ji Bingeha El-Tanf ya li Sûrîyê venekişe.

Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan wek rêxistinên terorîst dihesibîne.

XS
SM
MD
LG