Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Îsraîl û Amerîka Ser Kurdistanê li Hev Kirin


Erdogan û Ruhanî
Erdogan û Ruhanî

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan do Çarşemê bo serdaneke fermî çû Îranê.

Erdogan bi rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney re hevdîtinek kir û di wê kombûnê dîyar kir ku Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî bi referandumê ‘’şaşîyeke ku nayê efû kirin’’ kiriye.

‘’Li gor delîl û belgeyên di destê de me, Amerîka û Îsraîl ser Kurdistanê li hev kirin û Barzanî jî bi lidarxistina referandumê şaşîyeke ku nayê efû kirin, kir.’’ Erdogan got.

Serokomarîya Tirkîyê, do êvarî jî derbarê serdana Îranê daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Erdogan di hevdîtinan de daye zanîn ku Amerîka, Fransa û Îsrail ‘’dixwazin welatên li Rojhilata Navîn parçe bikin’’

Li gor daxuyanîyê, Erdogan gotîyê ku ‘’Bo Sûrîyê jî heman planê dikin. Jiber vê yekbûna helwesta Îran û Tirkîyê pir girîng e’’

Erdogan herwiha da zanîn ku bi hevtayê wî yê Îranî Hasan Ruhanî re jî, ser Sûrîye û Îraqê li hev kirine. Ruhanî jî piştî hevdîtinê, di daxuyanîya hevpar de dîyar kiribû ku armanca her du dewlet berevanîya yekbûna axa Sûrîye û Îraqê ye.

XS
SM
MD
LG