Şûngirê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chistopher Miller dîyar kir ku ewê heta nîvê meha Çile hin leşkerên Amerîkî yên li Îraq û Afganistanê vekişînin.
Miller bi preskonferanseke li Pentagonê da zanîn ku ewê heta 15’ê Çileyê hejmara leşkerên Amerîka yên li Afganistanê ji 4500 daxin 2500’î.
Wî da zanîn ewê heta heman demê hejmara leşkerên Amerîka yên li Îraqê jî ji 3000 daxin 2500’î.
Bi vî awayî heta sonda seroktîyê ya di 20’ê Çileyê de li Îraq û li Afganistanê dê 2500 leşkerên Amerîka bimînin.
Hin ajansên navneteweyî dîyar kiribûn ku Serok Donald Trump dê heta Noelê hemî leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê vekişîne.
Trump ji destpêka kempeyna xwe ya hilbijartinê vir ve dida zanîn ku ewê leşkeran ji Afganistanê vegerîne welêt.
Dijberên plana Trump dibêjin ku vekişandina leşkerên Amerîkî dê zararê bide ewlekarîya Afganistanê û zararê bide hevdîtinên aştîyê yên di navbera hikûmet û Talîbanê de.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg berî preskonferansa Miler gotibû ku ewê bedela vekişandina leşkeran giran be.
Stoltenberg dîyar kiribû ku Afganistan bi vekişandina leşkeran dikare bibe ‘’navendeke teroîstan’’ û ew dikarin êrîşan bibin ser welatên wan.
Ji bi dehan welatan bi qasî 12,000 leşkerên NATO li Afganistanê hene û piranîya wan ne Amerîkî ne, lê tifaqa 30 dewletan çêbûye, bo veguhastin, alîkarîya bo esmên û lojîstîkê giranîya xwe dide ser Washingtonê.
Amerîka Dê ji Afganistan û Îraqê Hin Leşkerên Xwe Vekişîne
