Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozxaneya Amerîka ya li Lîbya Hişyarîya Operasyonên Mezin Dide

Roughly 42,000 people have been displaced and more than 22 civilians have been killed since this war began almost a month ago and many neighborhoods are abandoned in the suburbs of Tripoli, Libya, May 1, 2019.

Balyozxaneya Amerîka ya li Trablus ya Lîbya bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku li wî welatî hazirîya operasyonên mezin tê kirin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku jêderên saxlem didin zanîn ku alîyên şerker yên li Lîbya hazirîya cengê dikin û ew amadekarî fikaran.

‘’Em bang li hemî alîyên şer û piştevanên wan yên li derve dikin ku li ser gavên rîskan çêdikin rind bifikirin’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Balyozxaneya Amerîka ya li Trablusê ji alîyên şerker xwest pitşgirîyê bidin dîyaloga ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bo agirbesta Lîbya.

Şerê navxweyî ya Lîbya di sala 2011’an de destpê kiriye û hewildanên lihevkirin û aştîyê hîn tam bi ser neketine.

Rojavayê Lîbya di bin kontrola hikûmeta Fayez El Sarac de ye û li rojhilata wî welatî jî hêzên General Xelîfe Hafter çalak in.

XS
SM
MD
LG