Amerîka, du wezîrên berê yên Lubnanê jiber alîkarîya diravî ya bo Hizbulahê xistin lîsteya toleyan.
Ew gava Amerîka di vê demê de, ku rêvebirîya Serok Donald Trump toleyên dijî Îranê û komên bi piştgirîya wê zêde kirine, pêk hat.
Li gor daxuyanîya Wezareta Darayî ya Amerîka, dijî Wezîrê Veguhastinê yê berê yê Lubnanê Yusuf Finyanus û Wezîrê Darayî yê Lubnanê Alî Hasan Xelîl tole hatine ragihandin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku her du wezîran bo Hizbulahê alîkarîya diravî kirine û pere xwarine.