Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê ji Meksîko re Hin Vaksînên Din Bişîne


Karbidestekî rêvebirîya Serok Joe Biden ragihand ku ew dê ji Meksîko re hin vaksînên din yên vîrusa korona bişînin.

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador û Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris bi rêka telefonê axifîne.

Lopez Obrador gotibû ku ew û Harris dê ser jinûve vekirina sînorê Amerîka û Meksîko, koçberî û vaksînên vîrusa korona bipeyîvin.

Wî di preskonferansekê de dabû zanîn ku bi vaksînên li sînorê Amerîka hatine karanîn, li wan herêman ketina nexweşxaneyê û mirinên ji vîrusa korona kêm bûne.

Karbidestê Amerîkî berî axaftina Lopez Obrador û Harris dîyar kir ku Moderna û AstraZeneca jî di nav de ewê ji Meksîko re pirtir ji yek cure vaksîn bişînin.

Wî da zanîn ku Amerîka bo Meksîko çend mîlyon vaksîn veqetandine û gotk u jiber peywendîyan Washington dê ji wî welatî re li gor welatên din pirtir bişîne.

Sînorê Amerîka û Meksîko 3200 kîlometre ye û ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve derîyên her du welatan ji hevdu re xêncî rêwîtîyên mecbûrî girtî ne.

XS
SM
MD
LG