Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Misire re 1,6 Mîlyon Doz Vaksîn Şandiye


Wezareta Saxlemî ya Misirê ragihand ku 1,6 mîlyon dozên vaksîna Pfizer ya Amerîka bi rêka COVAX’ê şandiye giheştiye wan.

Li gor daxuyanîiya wê wezaretê, Amerîka dê 5 mîlyon vaksîn ji Misirê re bişîne û ew 1,6 mîlyon doz beşa pêşî ye.

Nifûsa Misirê bi qasî 100 mîlyon e û ew welat bi komkirina vaksînên AstraZeneca, Sinopharm, Sputnik, Johsnon & Johnson û Sinovac ya bi awayekî herêmî çêdike vaksînan stok dike.

Wezareta Saxlemî ya Misirê da zanîn ku Almanya jî hefteya borî di du rojan de 2,3 mîlyon doz vaksîn sitandine.

Bi bernameya COVAX ya bi piştgirîya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) û Tifaqa Bexşandina Vaksînan ya Cîhanê (GAVI) heta niha ji 142 welatan re 301 mîlyon vaksînên COVID-19 hatine şandin.

XS
SM
MD
LG