Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînek li Balyozxaneya Amerîka ya Montenegro Pêk Hat


Hikûmeta Montenegro ragihand ku li Balyozxaneya Amerîka ya li wî welatî peqînek pêk hatiye.

Hikûmetê ji Twitterê dîyar kir ku şexsekî nasnameya wî hîn eşkere nebûye, peqînkarek avêtîye hindurê avahîya balyozxaneyê û piştre jî xwe kuştiye.

Di peqînê de ti kes nehat kuştin û birîndar nebû.

Balyozxaneya Amerîka bang li hemwelatîyên xwe kir ku dûrî avahîya balyozxaneyê bisekinin.

Montenegro di sala 2006’an de piştî referandumê bûbû welatekî serbixwe.

XS
SM
MD
LG