Amerîka jiber darbeya leşkerî ya li Myanmarê dijî artêşê toleyên nû ragihandin.
Bi toleyan wezîrên berevanî û karên navxweyî yên Myanmarê, û fermandarên payabilind ketin lîsteya reş ya bazirganîyê.
Washingtonê dîyar kir ku ewê kirîn-firotên alavên leşkerî yên Myanmarê jî kontrol bikin ku hin kompanîyên Amerîkî alavan dişînin wî welatî.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandibû ku ji darbeya leşkerî vir ve herî kêm 54 kes di protestoyan de hatine kuştin.
Li gor NY’ê pirtir ji 1700 kes jî hatine girtin ku di nav wan de 29 rojnamager hene.
Serok Joe Biden jî di rojên borî de dijî kes û sazîyên hikûmeta sîvîl ji desthilatê gêr kirine, tole ragihandibûn.
Wezareta Bazirganî ya Amerîka dîyar kiribû ku ewê destûrê nedin artêşa Myanmarê ku jimareke alavên Amerîka bistîne.