Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Hizra Xurtkirina Givaştinên Dijî Cuntaya Myanmarê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Malezya Saifeddîn Ebdulah, 15 Berfenbar, 2021, Kuala Lumpur ya paytexta Malezya
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Malezya Saifeddîn Ebdulah, 15 Berfenbar, 2021, Kuala Lumpur ya paytexta Malezya

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê dîyar kir ku pêdivî ye ku ew pîvanên zêdetir yên dijî cuntaya Myanmarê binirxînin jiber ku 10 meh piştî derbeya leşkerî hîn jî 'krîz her ku diçe xirabtir dibe.'

Blinken di serdana xwe ya Kuala Lumpur ya paytexta Malezyayê bi wezîrê derve yê welêt Saifeddîn Ebdulah re, ser mijarê axifî.

Wî ragihand ku armanca kiryarên her yek welatekî yan jî hewlek hevbeş wê "givaştinên ser rejîmê be ku welat vegere ser rêgezek demokratîk".

Hevdem, Blinken çend armancên taybet yên wek dawîkirina tundûtûjîyê, berdana girtîyan û destûrdayîna xebatkarên alîkarîyê eşkere kirin.

"Rêxistina Netewên Başûrê Rojhilata Asyayê (ASEAN) xwedî planeke lihevhatinê ya bi pênc xalane ye ku cuntaya li Myanmar razî bûbû û îmza kiribû. Pêdivî ye ku ew plan were bicîh kirin."

Wezîrê derve yê Malezyayê Saifeddîn Ebdulah jî got ku rewşa Myanmarê wê di civîna wezîrên karên derve yên ASEAN ya di meha were de, bibe mijareke girîng ya rojevê.

Ebdulah dîyar kir ku ewê jibo nexşerêya planeke berfirehtir ya derheqa Myanmarê bixebitin.

XS
SM
MD
LG