Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnera Amerîka ya li NY'ê bi Awayekî Fermî Dest bi Karê Xwe Dike


Thomas-Greenfield û Guterres

Nûnera Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield bi awayekî fermî dest bi karê xwe kir.

Thomas-Greenfield, piştî ji alîyê Sekreterê NY’ê Antonio Guterres ve bo jûra li qata 38’an hat qebûl kirin, li salona Civata Ewlekarî bi awayekî kin ji rojnamegeran re peyivî.

Wê da zanîn ku ew bi karê Serok Joe Biden daye wê serbilind e got ku dîplomasî û Amerîka bi şûnde vegerîye û ew bo xebatê hazir in.

Nûnera Amerîka ya li NY’ê bi bîr xist ku wê pirtir ji 35 salan wek dîplomat li cîhên cuda xizmeta welatê xwe kiriye û dîyar kir ku wê dîtiye ku dîplomasî komkirina civatan e.

Xanim Thomas-Greenfield da zanîn ku Amerîka dê di qonaxa nû de bi hevalbend û hevkarên xwe re hewil bide ku çareserîyan bo miarên dijwar bibîne.

XS
SM
MD
LG