Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka di Gulanê de Balyozxaneya Xwe Dibe Orşelîmê


Serok Trump di Berfanbara 2017'an de dîyar kiribû ku ewê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bibînin
Serok Trump di Berfanbara 2017'an de dîyar kiribû ku ewê Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bibînin

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Amerîka dê balyozxaneya xwe ya li Îsraîlê di meha Gulanê de bibe Orşelîmê.

Karbidestekî Amerîkî jî berê ji Reuters’ê re dîyar kiribû ku Amerîka dê di meha Gulanê de balyozxaneya xwe bibe Orşelîmê.

Gulana 2018’an de salvegera 70’yê ya damezirandina dewleta Îsraîlê ye. Îsraîlê di 1948’an de serxwebûna xwe ragihandibû.

Serokê Amerîka yê wê demê Harry Truman, di 14’ê Gulanê Îsraîlê wek dewlet nas kiribû.

Li ber e ku Îsraîl îsal di 19-20’ê Nîsanê de pîrozbahîyên damezirandina dewletê li dar xîne.

XS
SM
MD
LG