Wezareta Derve ya Amerîka dîyar ku Pakîstan ‘’di têkoşîna dijî terorê ya li ser axa xwe ne serkeftî ye’’ û jiber vê Amerîka hemî alîkarîya bo wî welatî rawestandîye.
Wezaretê da zanîn ku heta ku Îslamad dijî koma Heqqanî û Talîbana Afganistanê dest bi têkoşînê neke ewê Amerîka biryara xwe neguherîne.
Wezareta do Pêncşemê jî ragihandibû ku li Pakîstanê azadîyên olî bi awayekî tund têne binpê kirin û ew xistibû lîsteya çavdêrîya taybet.
Serokê Amerîka Donald Trump gotibû ku tevî hemî alîkarîyên wan yên bo Pakîstanê jî Îslamabad terorîstan dihewîne.
Karbidestên Pakîstanê gotinên Trump bi tundî rexne kiribûn û Çîn jî, ku li wî welatekî bazareke wê ya mezin heye, dijî serokê Amerîka bertek nîşan dabû.