Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Belgeya Vekişîna ji Peymana Îqlimê ya Parîsê Da Neteweyên Yekbûyî


Amerîka bi awayekî fermî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihand ku ji Peymana Îqlimê ya Parîsê vekişîye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Washingtonê da zanîn ku wan biryara vekişînê, ku di sala 2017’an de hatibû îmza kirin, pêşkeşî NY’ê kiriye.

‘’Amerîka îro peyvajoya derketina ji Peymana Îqllimê ya Parîsê da destpê kirin. Li gor rêkeftinan, Amerîka belgeya fermî da NY’ê. Derketina ji peymanê dê salek piştî pêşkeşkirina belgeyê destpê bike’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku Amerîka dê bi hevalbendên xwe re têkoşîna dijî germbûna cîhanî bidomîne.

Serok Donald Trump di 1’ê Hezîranê de gotibû ku jiber ku Peymana Îqlimê ya Parîsê zararê dide Amerîka ewê ji peymanê vekişin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG