Qesra Sipî îro Pêncşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Amerîka plan dike ku qasî 100 hezar Ukraynî û kesên din wergire, yên ku jiber êrîşa Rûsya direvin.
Qesra Sipî dîyar kir ku ev biryara beşek ji pakêta alîkariyên mirovî ya mezin e; ya bo alîkarîya tevahîya kesên ku ji "şerê Rûsya li Ukrayna bandor bûne" ye û 1 milyar dolar budceya wê heye.
Qesrê herwiha da zanîn ku penaber wê bi rêka Bernameya Qebûlkirina Penaberan ya Amerîka û rêyên qanûnî yên din yên normal werin pêşwazî kirin.
Lê, wê got ku ew li bendê ne ku piraniya Ukraynîyan bixwazin ku li Ewrupa li nêzî malbat û xizmên xwe bimînin.
Daxuyanîyê hat goitn ku Amerîka bo Ukraynîyên ku endamên malbata wan li Amerîka dijîn, dixebite ku bernameyên nû berfireh bike û pêş bixe.
Qesra Sipî hevdem ragihand ku hikûmeta Amerîkî ji nêz ve bi Yekîtîya Ewrupa re hevsengîyê dike; bo alîkarîya penaberan û peydakirina veguhestin û qabûlkirinên mirovahî yên bêdirav.
Qesrê eşkere kir ku di nava pakêta nû ya mirovahî de wê budceya bo ewlehîya xwarinê,stargeh, ava paqij, pêdiviyên bijîşkî û şewazên din yên alîkarîyê heye, bo kesên ku ji êrîşa Rûsya bandor bûne.
Di pakêta nû ya mirovahî de herwiha 320 milyon dolarên din jibo demokrasî û xebatên mafên mirovan bo Ukrayna û cîranên wê hatiye veqetandin, Qesrê got.
Qesra Sipî dibêje ku Amerîka ji 24'ê Sibatê vir ve, zêdetirî 123 mîlyon dolar daye, bo alîkarîya welatên cîran yên Ukrayna û Yekîtîya Ewrupa; da ku bi mîlyonan penaberên ku ji welatê xwe revîyane, werbigirin û mazûvandarîya wan bikin.
Ew budceya di navbera Polonya, Moldova, Romanya, Macaristan û Komara Slovak de hatiye dabeş kirin.