Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Amerîka: Dibe ku Perpûna Vîrusa Korona Berî Dawîya Salê Hazir Be


Alex Azar
Alex Azar

Wezîrê Saxlemî ya Amerîka Alex Azar li Qesira Sipî ser rewişa dawî ya perpûnên vîrusa korona axifî.

Alex Azar dîyar kir ku li Amerîka pirtir ji 140 ceribandinên klînîk çêbûne û wan bo sê ceribandinên nêzî perpûna vîrusa korona bûne alîkarîyeke mezin dane.

Azar da zanîn ku ew bawer dikin ku berî dawîya salê perpûna vîrusa korona çêkin.

Wî herwiha dîyar kir ku Amerîka di têkoşîna dijî vîrusa korona de serketî ye û got ku bi hezaran kes ji mirinê filîtîne.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka bi qasî 2,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 124,964 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG