Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WP: Amerîka Dê bo Welatên Cîhanê bi Sed Mîlyonan Vaksînên Pfizerê Bikire


Washington Postê ji zarê du jêderan ragihand ku Amerîka dê bi sed mîlyonan vaksînên vîrusa korona yên din yên Pfizerê bikire û wan ji welatên cîhanê re bişîne.

Her du jêderên ku bi şertê navên wan neyên eşkere kirin axifîne, dibêjin Amerîka dê vaksînan di hefteya pêş de dema destpêka civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bikire.

Amerîka plan dike ku di civatê de hilcivîneke onlayn ya COVID-10 li dar xe ku Serok Joe Biden jî bo têkbirina vîrusa korona balê dikişîne ser girîngîya bernameya vaksînkirinê ya cîhanî.

Reutersê ragihand ku Amerîka ji rêberên cîhanî dixwaze ku ew tev heta 2022, 70 ji sedê nifûsa cîhanê vaksîn bikin û xwe bidin ber qedandina pandemîya vîrusa korona.

Washington Postê da zanîn ku hûrgilîyên peymanê hîn ne teqezkirî ne. Qesira Sipî û Pfizerê jî hîn ser wê mijarê ti daxuyanîya fermî belav nekiriye.

XS
SM
MD
LG