Lînkên eksesibilîtî

Amerîka: 90 ji Sedê Reqa Hatiye Rizgar Kirin


Şervanên HSD'ê li Reqa

Artêşa Amerîka ragihand ku dikare piştrast bike ku tene 90 ji sedê Reqa hatiye rizgar kirin.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka dîyar kiribû ku li Reqa ceng bi dawî bûye û dabû zanîn ku mayînên li stadyuma wî bajarî têne pûç kirin.

Berdevkê HSD’ê Telal Silo jî dîyar kiribû ku piştî pûçkirina mayînan ewê serkeftina fermî ya li Reqa ragihînin.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) di sala 2014’an de kontrola Reqa bi dest xwe xistibû ew der wek paytaxta xîlafeta xwe ragihandibû.

Berdevkê Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka Kolonel Ryan Dillon dîyar kir ku di hindurê Reqa de hîn bi qasî 100 çekdarên DAIŞ’ê mane.

‘’Operasyon didomin û em hêvî dikin ku hevkarên me yên HSD’ê di qonaxa dawî de berxwedana mayî ya DAIŞ’ê bişkînin’’ Dillon got.

Wî da zanîn ku çend roj berê 1300 sîvîl bi alîkarîya HSD’ê bi awayekî ewle ji cîhên xwe derketine û dîyar kir ku bi qasî 350 çekdarên DAIŞ’ê jî radest bûne.

XS
SM
MD
LG