Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Amerîka Ser Êrîşên Tirkîyê Dijî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Çiqaş Zelal E?


Wêneyek li Akcakale ya li ser sînorê Tirkiyê bi Sûrîyê re (Arşîv)
Wêneyek li Akcakale ya li ser sînorê Tirkiyê bi Sûrîyê re (Arşîv)

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller roja Duşemê di preskonferansekê de derbarê zêdebûna êrîşên Tirkîyê li bakur û rojhilatê Sûrîyê fikarên Washington anî ziman û bal kişand ser bandora wan êrîşan li xelkê sivîl û şerê berdewam yê dijî çekdarên DAIŞ’ê.

"Amerîka jiber zêdebûna tundîya li bakurê Sûrîyê xembar e, bi taybet bandora wê ya ser xelkê sivîl û bi karîgerîya operasyonên me bo piştrastkirina têkçûna mayînde ya DAIŞ’ê," Miller got.

Bi zêdebûna êrîşên Tirkîyê, di nava civaka Kurd de nîşanên nerazîbûnê derdikevin pêş ku Amerîka û welatên Rojava dijî wan êrîşan bêdeng dimînin.

Revebirîya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di 4’e Tebaxê de bi daxuyanîyekê bang li wê Koalisyona dijî DAIŞ kir ku derbarê êrîşên dronên Tirkîyê helwesta xwe zelal bike.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî di 4’e Tebaxê de ragihand ku Tirkîyê di Tîrmehê de 556 êrîşên bejahî û 10 êrîşên dronan pêk anîne li bakur û rojhilatê Sûrîyê pêk anîne. Di encama wan êrîşan de 9 şervanên Kurd û sivîlek hatin kuştin, li gor daxuyanîya HSD'ê.

Karbidestê Wezareta Derve ya Amerîka Miller got ku helwesta Washingtonê ya di vê mijarê de nehatiye guhertin û bal kişand ser girîngîya parastina herêmên agirbesta heyî.

“Em piştgiriya parastina xetên agirbestê yên heyî didomînin û her gurkirinekê şermezar dikin. Girîng e ku hemû alî parastina herêmên agirbestê bikin û rêzê lê bigirin da ku aramî li Sûrîyê zêde ibbe û bo çareserîyeke siyasî ya şer bixebitin,” Miller diyar kir.

Wî herwiha got ku Amerîka bo ewlekarîya hêzên Amerîkî, hêzên hevkar û sivîlan bi Tirkîyê û hevkarên herêmî re dixebite.

Sînem Mihemed , Nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê
Sînem Mihemed , Nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê

Nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya Washingtonê, Sînem Mihemed, di nirxandina gotara Miller de got ku êrîşên Tîrkîyê ewlekarî û aramîya herêmê têk didin.

Mihemed herwiha bendewarîya MSD’ê ya ser helwesta Amerîka destnîşan kir.

"Me jixwe bo kêşeya bi Tirkîyê re banga çareserîyeke siyasî kiribû û em bang li Amerîka dikin ku bo çareseriya pirsgirêkan rola pêşengîyê bilîze," Mihemed ji Dengê Amerîka re got.

"Em bi temamî piştvanîya rol û hebûna leşkerî ya Amerîka li herêmên xwe dikin û emê dijî DAIŞ'ê hevkarîya bi (Washington) re bidomînin," nûnera MSD’ê herwiha da zanîn.

Şirovekarên sîyasî jî helwesta koalisyona leşkerî dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka nîqaş dikin ka gelo ew helwest çiqaş zelal e û di berjewendîya kîjan alî de ye.

Alan Makovsky
Alan Makovsky

Alan Makovsky, pisporê Ewlekarîya Neteweyî û Sîyaseta Navneteweyî li Sazîya Center for American Progress ser "zelalbûna helwesta" Amerîka got ku eşkere ye Washington niha naxwaze bi Tirkîyê re rûbirû bibe.

"Ya ku zelal e ev e; rêvebirîya Washingtonê naxwaze li hemberî Tirkîyê xetekê veke, di demekê de ku erêkirina endamtîya Swêdê ya NATO’yê û peymana genim ya Derya Reş di rojevê de ye," Makovsky ji Dengê Amerîka re got.

Makovsky anî ziman ku Washington jiber têgihiştina ser girîngîya jeopolîtîk ya berfireh ya Tirkîyê ji vê rûbirûnê dûr disekine.

Makovsky, karbidestê berê yê Wezareta Derve ya Amerîka, destnîşan kir ku bandora HSD li ser Washingtonê li gor ya Tirkîyê pir kêm e.

Ew dibîne ku ev demeke Amerîka ji parastina têkilîyên xwe yên bi HSD’ê re nerehet e, jiber nerazîbûnên Tirkîyê û îdiayên berbelav ku dibêjin peywendîyên Yekîneyên Parastina Gelo (YPG) ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hene.

"Dema ku jê tê pirsîn, Amerîka dibêje ku ewê têkîlîya xwe ya bi HSD/YPG’ê re wek beşek ji têkoşîna berdewam ya dijî DAIŞ’ê bidomîne, lê Washington ji parastina xurt ya vê têkilîyê niha dûr disekine," Makovsky got.

Enqere dibêje şervanên HSD û YPG beşek in ji Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û wan hemûyan wekî komên terorîst dide zanîn.

HSD îdiayên Enqerê red dike û dibêje jiber êrîşên Tirkîyê ew nikarin bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê.

Li gor daneyên rêxistinên mafan û medyaya Tirkîyê, di 6 mehên pêşî yên 2023’an de herî kêm 34 êrîşên dronî birîye ser bakurê Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG