Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Bang li Çînê Dike ku Rojnamevana Girtî Zhang Zhan Demûdest Berde


Wezareta Derve ya Amerîka ser rewişa saxlemîyê ya rojnamevana Çînî Zhang Zhan fikarên xwe ragihandin.

Zhang Zhan ya girtî par jiber nûçeyên ser pandemîya vîrusa korona ya li Wuhanê çar sal cezaya girtîgehê sitandibû.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku Zhang Zhan bi awayekî kêfî hatiye desteser kirin û rastî helwesteke xirab hatiye.

Price da zanîn ku wan jimareke caran fikarên xwe yên ser rewişa Zhang Zhan ragihandine.

Wî got ew careke din bang li Çînê dikin ku ew Zhang Zhan demûdest û bê şert berde.

XS
SM
MD
LG