Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Vîza Da Hasan Ruhanî û Cevad Zarîf


Amerîka vîza da Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî û Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf.

Her du nûner bo beşdarbûna civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) serî li vîza dabû.

Li gor daxuyanîya karbidestên Îranî, Zarîf dê roja Înê, Ruhanî jî dê hefteya pêş serdana New Yorkê bike.

Civata Giştî ya NY’ê ya 74’an roja Sêşemê destpê kir û dê heta 27’ê Îlonê bidome.

Hilcivîna serokên dewlatan dê di 24’ê Îlonê de destpê bike.

Ruhanî Çarşemê gotibû ku ger Amerîka heta çend demjimêran vîza nede ewê beşdarîiya bo Civata Giştî ya NY’ê betal bike.

XS
SM
MD
LG