Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka biryar daye ku 12 dîplomatê Rûs dersînor bike.
Reutersê dîyar kir ku 12 dîplomat li Neteweyên Yekbûyî (NY) kar dikin û da zanîn ku Amerîka dê wan jiber fikarên ewlekarîyê ji welêt derxe.
Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki got ku ew 12 dîplomat bo îstixbaratê dixebitin.
Cîgirê Balyoza Amerîka ya li NY’ê Richard Mills jî da zanîn ku ew dîplomatên hanê li gor berpirsîyên dîplomatan tevnegerîyane
Mills dîyar kir ku karbidestên Amerîkî ji dîplomatên Rûs xwestine ku bo zararê nedin ewlekarîya neteweyî ew ji welêt derkevin.
Amerîka û hevbendên wê ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve dijî Moskowê toleyên berfireh yên aborî radigihînin û alîkarîyên xwe yên bo Kîevê zêdetir dikin.