Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Amerîkî û Rûs li Ser Derya Reş Nêzî Hev Bûn


Hêzên Derya yên Amerîka bi daxuyanîyekê ragihand ku jeteke Rûs, li Behra Reş bi qasî 6 metre nêzî firoka kişfê ya Amerîkî bûye ku bi awayekî profesyonel hatîye birêve birin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya jî dîyar kir ku jeta Rûs, li qada esmanî ya navneteweyî silav daye firoka Amerîkî ya P-8A Poseidon. Wezaretê da zanîn ku piştî silavdanê firoka Amerîkî rêka xwe guherandîye û jeta Rûs jî.

Berdevkê Hêzên Derya yên Amerîka Pamela Kunze dîyar kir ku lihevrasthatina firoka Amerîkî û jeta Rûs bi awayekî profesyonel hatîye birêvebirin.

‘’Her bûyerek di nava xwe de xweser e û ti tiştekî ku wek metirsî were nîşandan çênebûye’’ Kunze got.

Kunze bi berdewamî eşkere kir ku bi hevpîşeyên xwe yên Rûs re peyîvîne, lê ti hûrgilî neda.

Di meha Şibatê de 4 firokên cengê yên Rûs, li Derya Reş 91 metre nêzî komkeştîyeke Amerîkî bûbûn.

Meha borî jî firokên Amerîkî, li ava navneteweyî ya Alaska pêşî li dû firokên bombebaranê yên Rûs girtibûn ku Amerîka jibo wê rawestandinê jî gotibû ku ‘’ewle ye û bi awayekî profesyonel e’’

XS
SM
MD
LG