Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dijî Rûsya Toleyên Nû Radigihîne


Rêvebirîya Qesra Sipî, jiber dagirkirina Qirimê û maytekirina li rojhilata Ukrayna dijî Rûsya toleyên nû ragihandin.

Biryara toleyan, berî civîna Serokê Amerîka Donald Trump û hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin, ku dê di 30’ê Mijdarê de li G20 pêk were, hat dayîn.

Trump dîyar kiribû ku Serokê berê yê Amerîka Barack Obama jî berpirsê dagirkirina Rûsya ye.

‘’Yê ku tiştekî wisa pêk were Barack Obama bû’’ Trump gotibû.

Toleyên nû dijî sê kes û neh sazî hatiye ragihandin. Di nav wan de Vladimir Zaritsky, ku berê di Artêşa Rûsya de berpirsê muşek û cebilxaneyên bû, heye.

Vladimir Zaritsk li Qirimê 3 otelan ava dike.

Li gor toleyan, Amerîka dê dewlemendîyên wan kes û sazîyan bicemidîne û danûstandinên aborî yên bi wan re dê qedexe be.

XS
SM
MD
LG