Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Rûsya Dixwaze bi Amerîka re Ser Çekên Navokî Bicive


Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku dibe ku karbidestên Amerîka û Rûsya di vê mehê de ser danûstandinên bo stratejîya çekên navokî kom bibin.

Reutersê bêyî ku ti hûrgilîyên bide ew agahî ji zarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov ragihand.

Ryabkov dîyar kir ku ew hêvî dikin ku di vê mehê de bi karbidestên Amerîka re bicivin.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin meha borî li Cenevrê civîyabûn.

Biden û Putin li hev kiribûn ku ew ser kontrolkirina çekan û kêmkirina rîskan di dîyalogê de bin.

XS
SM
MD
LG