Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Almanya, Rûsyayê Şermezar Dikin


Wezîra Derva ya Almanya Annalena Baerbock li Washington ya paytext bi hemtayê xwe yê Amerîkî Antony Blinken re hevdîtinek çêkir.

Civîna Baerbock û Blinken bi qasî du saetan dom kir.

Baerbock û Blinken piştî civînê preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Wezîra Derva ya Almanya Baerbock di axaftina xwe ya ser serdana Washingtonê de gotin li ber bûyerên 6’ê Rêbendanê yên Kongresê jî xist.

Wê dîyar kir ku ew li Almanya jî kiryar û gotinên nefretê dibînin û da zanîn ku divê ew nirxên sereke xurttir bikin.

Baerbock ser Îranê got ku Tehranê dema bo geşkirina peymana navokî heder kiriye û dîyar kir ku êdî bo wê pir dem nemaye.

Her du wezîr ser girjîya di navbera Ukrayna û Rûsya de jî axifîn.

Blinken dîyar kir ku li gor Amerîka û Almanya, kiryarên Rûsya yên dijî Ukrayna li hember aştî û îstiqrara Ewrupa gefxwarinek e.

Wî da zanîn ku gotinên Rûsya yên dijî Ukrayna roj bi roj tundtir dibin û dîyar kir ku ew wan gotinan jî şermezar dikin.

Baerbock jî dîyar kir ku ger Rûsya serwerîya Ukrayna binpê bike ewê bedelên wê bo Moskowê giran bin.

XS
SM
MD
LG