Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Serokên Ewrupî Ser Girjîya Rûsya û Ukrayna Axifîn


U.S. President Joe Biden speaks with European leaders about Russia and Ukraine from the White House in Washington
U.S. President Joe Biden speaks with European leaders about Russia and Ukraine from the White House in Washington

Serokê Amerîka Joe Biden bi rêberên Ewrupî re ser girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de axifî.

Biden bi rêberan bi rêka vîdeokonferansê civîn çêkir.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen, Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, Serokomarê Polonya Andrzej Duda û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson beşdarî civînê bûn.

Qesira Sipî dîyar kir ku rêberan dane zanîn ku leşkerên Rûsya yên li nêzî sînorê Ukrayna fikaran çêdikin û piştgirîyên xwe yên bo yekîtîya axa Ukrayna ragihandine.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, rêberan gotine ku ew bo girjîya di navbera Rûsya û Ukrayna de çareserîyeke dîplomatîk dixwazin.

Rêberan li hev kirine ku ew bi Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO re bi peywendîyên nêz bixebitin.

Qesira Elysee jî dîyar kir ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ser rewişa li sînorê Ukrayna fikarên xwe gotine û daye zanîn ku bo kêmkirina girjîyê divê ew bi hev re kar bikin.

Macron daye zanîn ku bo kêmkirina girjîyê divê hevbendên Ewrupî dijî Rûsya bi hev re tevbigerin û bi Moskowê re zêdetir dîyalogê çêkin.

XS
SM
MD
LG