Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki îro Înîyê ragihand ku Amerîka pêşnîyarên Rûsya dîtiye, yên bo destpêkirina danûstandinan ku dikare bibe alîkar ku krîza ser Ukraynayê were çareser kirin.
Jen Psaki da zanîn ku ew bi hevalbend û hevkarên xwe yên Ewrupî re, ser van pêşnîyarên Rûsya diaxifin.
Psaki eşkere kir ku bêyî hevalbend û hevkarên wan yên Ewrupî ewê li ser ewlekarîya Ewrupayê ti gotûbêj neyê kirin.
"Emê ji prensîbên sereke yên ku ewlehîya Ewrupa li ser hatine avakirin tawîz nedin, tevî mafê hemû welatan ku biryarê ser siberoja xwe û sîyaseta xwe ya derve, bêyî destwerdanên derve bidin," Psaki got.
Rûsya roja Pêncşemê dîyar kir ku ew amade ye ku danûstandinerekî hikûmeta xwe bişîne "her yek welatekî bêalî" da ku bi Amerîka re ser garantiyên ewlehîya li Ewrupayê, yên ku ew dixwaze, dest bi danûstandinan bike.
Ukrayna û Amerîka dibêjin ku Rûsyayê zêdetirî 90.000 leşker sînorê Ukraynayê zêde kiriye û dibe êrîşê bike, lê Moskow vê yekê red dike.
Rûsya dibêje ku ew jiber zêdebûna peywendîyên di navbera NATO û Ukraynayê de, hesta tehdîtbûnê dike.
Rûsya vê yekê bi sedema ku Ukrayna dixwaze ku tevlî hevalbendîya leşkerî ya welatên rojava NATO'yê bibe û jiber îhtimala ku mûşekên NATO'yê dijî wê li ser axa Ukraynayê werin bicihkirin, tîne ziman.
Rûsyayê roja Çarşemê li Moskowê pêşnîyarên xwe yên ewlekarîyê radestî Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka Karen Donfried kirin.
Washingtonê jî got ku ewê pêşnîyarên Moskowê bi hevalbend û hevkarên xwe re parve bike.
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov roja Pêncşemê got ku Vladimir Putin û Joe Biden,dibe ku berîya serê salê dîsa biaxifin.
Psaki got ku Amerîka bi dehsalan e bi Rûsyayê re têkilîyên xwe dimeşîne û nabîne ku çima Amerîka nikaribe bo kêmkirina bêaramîyê vê yekê bike; lê we dubare kir ku ev yek dê bi hevkarîya hevalbendên wê yên Ewrupî re were kirin.