Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Destgirtîya Cemal Xaşiqcî Vedixwîne Qesra Sipî


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ser hindabûna rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî bi karbidestên Erebîstana Saudî re axifîye û ji wan ‘’bersîv’’ xwestiye.

Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re got ku ‘’Em her tiştî dixwazin, em dixwazin bibînin ku çi qewimîye’’

Wî da zanîn ku ew bi Tirkîyê re jî li ser hindabûna Xaşiqcî dixebitin û dîyar kir ku ew bingeha vê mijarê hîn bibin.

Trump bi berdewamî dîyar kir ku ew dixwazin destgirtîya Cemal Xaşiqcî, Hatîce Cengîz jî vexwînin Qesra Sipî.

Serokê Amerîka da zanîn ku kes tam nizane çi pêk hatiye û dîyar kir ku ew hêvî dike ku Xaşiqcî hîn sax e.

Xaşiqcî herî dawî di 2'ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Karbidestên Tirkîyê dibêjin ku dibe ku Xaşiqcî hatibe kuştin, lê Erebîstana Saudî van îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG