Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hin Leşkerên Din Dişîne Erebistana Saudî


Serok Donald Trump dîyar kir ku wî Kongres ser veguhastina hin hêzên Amerîkî bo Erebistana Saudî, agahdar kiriye.

Trump da zanîn ku armanca wan dijî sorkirinên Îranê xurtkirina kapasîteya berevanîyê ya li herêmê ye.

Wî bi nameyeke bo Civata Senatoran û Civata Nûneran, bi bîr xist ku Amerîka piştî girjîya li Kendavê û êrîşên dijî navendên petrolê yên Erebistana Saudî biryar daye ku leşkeran bişîne wir.

Serokê Amerîka da zanîn ku koma pêşî yê leşkeran gêhiştiye Erebistana Saudî û yên mane jî dê di hefteyên pêş de herin wir.

Bi leşkerên dawî re hejmara leşkerên Amerîkî yên li Erebistana Saudî dê 3000 be.

Trump di nameya xwe de zanîn ku ew leşker çiqas dem pêwîst be dê ewqas li Erebistana Saudî bimînin.

XS
SM
MD
LG