Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Tedbîrên bo Serdana Avahîyên Federal Berfireh Dike


Amerîka bo gelek kesên serdana avahîyên federal dikin raberkirina belgeya karanîna vaksînê yan testa negatif ya vîrusa korona mecbûr dike.

Qesira Sipî ragihand ku li gor tedbîrên nû yên rêvebirîya Serok Joe Biden, kesên serdana avahî, çalakî û konferansên federal dikin, divê vaksînê bikar bînin yan jî testeke negatîf ya sê rojên dawî raber bikin.

Ew mecbûrîyet, bo welatîyên seba xizmeteke bîragiştî dikevin avahîyê federal dê ne derbazdar bin. ​

Qesra Sipî berê jî dîyar kiribû ku di hindûrê avahîyên federal de jibo tevahîya karmend û mêvanan karanîna maskan hîn pêwîst dike, bilî ku ew vaksînkirîbin yan na.

Wezareta Berevanîyê jî roja Çarşemê dabû zanîn ku pîvanên nû yên karanîna maskan ewê li Pentagonê bi bandor be.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka roja Çarşemê ragihandibû ku li nêzî ji % 67 eyaletên Amerîka roja Sêşemê rêjeyên belavbûnê yên COVID-19 bi rengekî berbiçav (% 63.4) bilind bûne.

XS
SM
MD
LG